Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Powell li ser helbijartinên Felestînîyan - 2004-12-07


Li van demên dawî Wezîrê derve yê Emerîkî Colin Powell digel çar aliyên hevpişk kom bu.

Ew çar alî pêk hatiye ji Emerîka, Netewên yêkgirtî, Yêketiya Ewrupî, û Rusya û karî dike bo bidestve înana aştiyê di nav bera Israelê û Felestîniyan de.

Berêz Powell got girupên çar alî miştumir li ser rêkan kir bo pişt rast kirina hindê vekêşana Israelê ji Xezze encamekê baş hebît bo pêşveçona aştîyê.

Herwesa got girupên wan danustandin li ser pêngavên taybet kirin bo alîkarîya nu avedan kirinê li herêmên Felestînîyan û alîkarîyan biden bo helbijartinên serokatiya Felestînî li 9 meha yêk li sala bêt.

Hikumeta Israelê û desthelatdariya Felestînî rêkeftinek li ser pêngavan bo misoger kirina hindê ku ew Felestînî li rojhelata Orşelîm (Qudsê) dijîn bikarin xwe navnivîs biken bo deng danê.

Wezîrê derve yê Emerîkî Colin Powell got helbijartineka serkeftî ya serkatîya Felestînî danana berê binaxeye bo pêşveçona paşerojêye.

Rêzdar Powell dibêjit: " pirsa serekî ewe sengî li ser helbijatinên 9 meha yêk bêne danan da misoger bibe gelê Felestînê û berbijarên Felestînî şyana livîna hebe heta ku Felestînî berbijarên xwe nas bikin û di pêra helbijartina li 9 meha yêk sala bêt bikin demê xelik azad bin biçin dengê xwe biden. Evî ez dibînim ku herdu alî divên pêngava berev pêşve bavêjin."

Pêşveçona li paşerojê her wesa girêdaye bi dawî hatina hêrişên tîrorîstî dijî Israelêve.

Serok George W. Bush got welatên Yêkgirtîyên Emerîka bi hîvîye digel rêberekê Felestînî karî bike, soza şerê dijî tîrorê bidet, û herwesa soza pêk înana rîformên dymukratî bidet.

Serok Bush got Emerîka dê herwesa digel rêberên Israelî û Felestînî karî bike bo gehîştina nexşeyên rêkeftinekê li ser vekêşanê ji Xezze û pişkeka kenarê rojava.

Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG