Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû dêrên Mesîhîyan li Musil hatine peqandin - 2004-12-07


Desthelatdar li bajarê Musil li bakura Iraqê dibêjin dû dêrên mesîhîyan bîne armanca hêrişên bomban yên li duîv yêk.

Şahid dibêjin çekdaran hêriş kirine ser dêra Ermenîyan û ya kildanîyan iro sêşembî, û kerestên peqînê li wêrê çandibun ku peqîn û agir berbu wan avahîyan. Çi kes nehate kuştin.

Kêmatîya mesîhî li Iraqê ya buye armanca hêrişan û li meha borî sê kes hatine kuştin demê hêrişekê bo ser dêrekê.

Li heman dem, leşkerê Emerîkî dibêjit serbazekê Emerîkî îro hate kuştin li demê nobedariyê li Bexda.

Serok Wezîrê Iraqî Iyad Allawi di hevpeyvînan da got helbijartinên ku biryare li 30 meha yêk bêne encam dan ehtîmale 2 yan sê heftîyan bikêşit da bihête piştrastkirin ku rewşa tena ya hate amade kirin û derfetê bidete hêmî Iraqîyan pişikdarîyê di helbijartinan da biken.

XS
SM
MD
LG