Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Systemê helbijartinên nîştimanî li Iraqê. - 2004-12-08


Li 30 meha yêk sala bêt dema Iraqî dengê xwe biden ew dê 275 endamên civata demî ya nîştimanî helbijêrin. Ew dengê xwe nadin berbijarekê taybet. belku dê dengê xwe bidin lîstekê di nav pêtir ji 200 lîstên partîyên syasî de.

Serokê desteya Netewên Yêkgirtî bo helbijartina li Iraqê Karlos Valîn Zuyla got: " çi rêkên dî nînin, divêt te lîsteka kandîda hebit li deng danê. ew systemê nisbî yê helbijartinaye û dengê xwe na dî kandîdekê û dê dengê xwe bidê lîsta kandîdan ku partîyên syasî amade kirine. Nuha ew lîst têne nas kirin, têne aşkera kirin."

Evca Iraqî dê bijara xwe li bingehên deng danê dyar biken ku bi tinê dê ji nav û sembulên her partîyeka syasî pêkhatî bin. Ev partîyên syasî dê berpirsyar bin ji agehdar kirina xelkê sebaret kandîdên xwe. Li du gotina berêz Valîn Zuyala ev systeme dê alîkarî be bo misoger kirina hindê dengê her Iraqîyekê bihête hejmartin bo helbijartina civata nîştîmanî.

Valîn zuyla dibêje :" ku dê jimara endama dabeş bikin li ser binaxê nisbeta dengên di nav lîstên girupên syasî de. Evca eger partîyeka syasî ya pişikdar deh ji sedê ji denga birin, ew dê deh ji sedê ji kursîyên perlemanî bidestve bîne. û heta partîyên biçuk, eger jimareka kêm ya denga birin, her dê pişikdar bin belê li pêy wê jimara kêm. Ew dê her bikevin perlemanî."

Heta partîyeka syasî maf hebit pişikdarîyê di helbijartinên meha yêk da biket, divêt lysteka ne kêmtir ji 12 endaman hebe û ne pêtir ji 275 an. her partîyek dê kandîdên xwe bi rêz dane, kandîdên delîveya baştir hey dê li pêş bin.

rêzdar Valîn zuyla got helbijartin dê li roja dyar kirî bêne kirin, belê partîyên syasî baş kar nekirine bo agehdarîkirina xelkê sebaret navên kandîdên xwe û hîvîyên jiwan têne xwestin. Wî got eve dê wesa bike gelek Iraqî nikarin biryarê biden ka dengê xwe biden kê.

Gelek Iraqîyan gotîye wan çi agehî nînin li ser çi ji berbijaran. Bi rastî jî gelek wesa bawer dikin ew dê dengê xwe biden bo helbijartina serek wezîrî, belê qet wesa nîne. dyar kirina serek wezîr dê li demekê dî bêt, dema hikumeteka bête dest nîşan kirin li ser binaxê desturî ku civata nîştîmanî dê darêje.

Li bere ew helbijartin li dawîya salê bêne kirin. Hindek komelên syasî yên Iraqî gefa nepişikdarî kirinê kirye bi byanuya rewşa tenahîyê. Belê berêz Valîn zuyla got ew hîvî diket helbijartin ne hêne paş êxistin. wî got jî helbijartin dê delîveyên bidet tevaya Iraqyan dengê li ser paşeroja xwe hebe û ew hîvî dike Iraqî sûdê ji vê delîveyên helgirin.

XS
SM
MD
LG