Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê Okranîya dibêjit rîformên li ser systemê helbijartinê hatine kirin nikarin rê li fend û fêlan bigirin - 2004-12-09


Rikaberê Okranî dawî bi girtina avahîyên hikumetê îna çend se'tan piştî perlemanê welatî qayil bu bi çend guhorîn û rîforman li ser systemê helbijartina û piştî serokê li ser çonê Lyonîd Kuşma ew kirîne qanun.

Wê pêngavê rê da gelek ji karmendên hikumetê vegerine ser karên xwe bo cara yêkê di demê çend hefîyan de.

Duha çarşembî rikaberên Vîktor Yoşçînko supasîya piştevan û alîgirên xwe kir jibo berdewamîya xwenîşandan û nerazîbuna piştî helbijartinên pirî fid û fêlên li meha borî.

Wî gote xelkê lêk civyay 17 rojên nerazîbunên we yên bi aştî alîkar bun bo înana yasaya nuî.

Ev pêngava bi pêşnyaza rikaberan mebesta rê girtinêye li find û fêlan dema helbijartinên li 26 vê mehê dubare bêne kirin.

Her wesa biryarên perleman li ser razîbuy hindek ji desthelata serokî dane perlemanî. Belê serok wezîr Vîktor Yonkovîç got ew deng dana perlemanî neqanunîbû û qet nikarin rê li fend û fêlan bigirin.

XS
SM
MD
LG