Lînkên eksesibilîtî

Şî'ên Iraqê lîsta kandîdên xwe bo pişikdarî kirinê di helbijartinên 30 meha yêk eşkera kirin - 2004-12-10


Musulmanên Şî'e yên Iraqê lîsta kandîdên xwe bo pişikdarî kirinê di helbijartinên 30 meha yêk eşkera kirin ku ji 228 berbijaran pêkhatîye. Ev girupe bizav diket desthelata welatî bigirine dest piştî ku bi dehan sal Sunîyan her hukim li welatî dikirin.

Girupa Şî'eyan xwe bi hevalbendîya Iraqî bi nav kire ku ji 22 girupan pêk dihêt û bi harîkarîya desthelatdarîya olî ya bilind ya Şî'eyan, Ayetulah Alî Sîstanî, hatye damezrandin.

Hindek girupên Sunî yên serbexwe û Kurd û Turkuman di vê hevalbendîyê dane.

Ew lîste li roja pênçşembî hate pêşkeşkirin li demê ku netewên yêkgirtî ragehand ku zêdetir ji 5000 berbijara ji 200 layenên siyasî navê xwe bo berbijarîyê li helbijartinên meha bêt nivêsîne.

Li heman dem, tundutîjî li roja pênçşembî berdewam bû. Li çend hêrişekan li Bexda û Musil, sê Iraqî hatine kuştin û heft kes jî biryndar bûn.

Hêzên navnetewey bi rêveberîya Emerîka dibêjit merînzekê Emerîkî li parêzgeha Enbar hate kuştin.

XS
SM
MD
LG