Lînkên eksesibilîtî

Li Xezze kiçeka nûgeha Felestînî hate kuştin û 4 Israelî biryndar bûn - 2004-12-10


Hêzên Israelî teqe li kiçeka nûgeha Felestînî kirin û kuştin li başûra rojava Kerta Xezze piştî ku çekdaran top havêtine akincîgeha Cuhîyan nêzîkî wêrê.

Karbidest dibêjin ew pêkdadan li demekê dest pêkir demê çekdaran sê guletop hafêtine wê akincîgeha nêzîkî kempa Xan Younis ya mişextîyan. Zyan gehîşte 4 Israelîyan ku yêk ji wan zarok bû.

Li bersiva wê pêkdadanê, leşkerê Israelî teqe li kempa mişextîyan kirin û ew kiça nûgeh li wî demî hate kuştin.

Çekdarên Felestînî gelek caran guletopên bi destî hatîne çêkirin û muşek havêtîne akincîgehên Israelîyan li Xezze, lê kêm caran zyana diravî yan jî yên gyanî digehînin.

XS
SM
MD
LG