Karbidest li Iraqê dibêjin 2 polîsêt Iraqî hatine kuştin û jimareka dî birîndar bîn li hêrişêt xirapkaran li Iraqê. Karbidestêt parastinê dibêjin karwanekê polîşî li taxekê Bexda kefte ber boseyeka xirapkara û 2 polîs hatine kuştin û bi kêmbî 2 polîsêt dî birîndar bîn. Herwesa çekdara teqe li otobîseka karmendêt wezareta perwerde kirn û bi kêmî 4 kes birîndar kirn. Hevdem, leşkirê Emirîkî ragehand ku otombîlek nizîkî karwanekê leşkirê Emirîkî li Musilê peqî, lê çi zyan bi serbazêt Emirîkî negehişt.