Lînkên eksesibilîtî

Li Bexda bi layê kêmîve 7 Iraqî hatine kuştin û 19 yên dî biryndar bûn  - 2004-12-13


Karbidestên Iraqî dibêjin peqîna otumbêleka bumbekirî li navenda Bexda bû egera kuştina bi layê kêmîve 7 Iraqîyan û biryndarbuna 19 kesên dî îro, ku sal-roja girtina Sedam Husênîye.

Polîs li Bexda dibêjin hêrişkerî otumbêla xwe li bingeheka lêvekolînê ya devera kesik peqand. Çavdêrîyeka gelek tund li ser wê deverêye, ku pirî ofîsên hikumetê û balwêzxanên byanîne.

Belav nameka li ser intirêtê bi navê desteyeka ku peywendî bi el-Qaîdeve heye û bi rêveberîya Abu Musab al-Zarqawiye ew hêrişa bikuj ya bi stoyê xweve girêdaye.

Ew belavoka ku ji layê girupa el-Zerqawîve hate muhir kirin got ew hêrişvan endamekê hêza wî ya şehîda bû ku ew hêrişe kirî li vê rojê ku dibêjitê “roja pîroz”. Lê negot wê hêrişê çi peywendî bi girtina Saddam Husênîve hebit, ku weku îro jiberî salekê ji layê hêzên Emerîkîve hate girtin.

Bi alîyekê dîve, karbidestekê nexoşxaneka Iraqî dibêjit 21 Iraqî îro mirin demê rudaneka otombêlê navbera paseka biçuk û otombêlekê li nêzîk Beqube, li bakura rojhelata Bexda.

XS
SM
MD
LG