Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehran hez diket danustandina digel Emerîka biket li ser bernama wê ya navokî - 2004-12-14


Wezîrê derve yê Iranê dibêjit Tehran hez diket danustandina digel Emerîka biket li ser bernama wê ya navokî, heke Washington hez biket bi wek hevvî û rêzgirtina hevdû danustandina biket. Demê iro pisyar ji peyvdarekê seraya sipî kirî li ser destûdarê danustandina wî çi nîşan dyar nekirin ka dê Emerîka pişikdarîya Ewrupa ket bo danustandina li ser bernama navokîya Iranê an ne. nunerêt Iranê û yêketîya Ewrupî li ser pêşnyazekê di axivib bo çareser kirina kêşeya bernama navokîya Tehranê. Emerîka piştevanîya van danustandina diket û peywendîyeka nêzîk digel nunerên danustandina heye. Iranê soz daye ku dest ji zaxkirina yoranyomê berdet, lê dibêjit ev ragirtine dê ya berwext bît. Washington dibêjit Iran bi nepenîve çekên navokî çi diket. Lê Iran mandel û heşa diket.

XS
SM
MD
LG