Perlemanê Ewrupî xelatê Zaxarofî bo azadîya hizir û bîra da komeleka rojnamevanîya Bêlarusya jiber wêrekîya wê komelê di xweragirtinê da beramberî sengî û givaştina dest helatê. Jana Lîtîvîna seroka Komela rojnamevanêt Bêlarusya xelatê 64 hizar dolarî bi navê komela xwe iro li Straborgê li Firensa wergirt. Xanim Lîtîvîya daxaza berdewam kirina xwe-ragirtinê kir beramberî bizavêt hikumeta Bêlarusya ya serok Eliksander Lukaşînko bo tund kirina tepeser kirinê.