Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Kîmîyawî dê yêkem kes bît ji rejêma Sedam Husênî  ku bihête dedgeh kirin - 2004-12-15


Bizavên yêkemîn helbijartinên nîştimanî li Iraqê îro çarşembî destpêkir, û serok wezîrê berwext Iyad Allawi jî dê pişikdarîyê di berêkanîya helbijartinan da ket ku 200 berbijarên dî di lîsta ew têdaye di pişikdarin.

Rêzdar Allawi yê pişikdarîyê di berêkanîya helbijartinên perlemanê nîştimanîda diket li ser “lîsta hevalbendîya Iraqî” ku hejmareka wezîrên kabîna hikumeta wîjî di pişikdarin di wê lîstê da. Pitirî 80 hevalbendîya dê pişikdarîyê di wê berêkanêya helbijartinên 30 meha yêk da ken.

Berbijarîya rêzdar Allawi li pişt ragehandina wî ya roja sêşembî hat demê gotî ku Iraq dê dest bi dadgeh kirina karbidestên bilind li rejêma Sedam Husênî li heftîya bêt dest pêket, yanjî heta nîveka meha yêk û tinê çend rojekan ji berî helbijartina dê hatibîte encam dan.

Yêkem kesê ku bihête dadgeh kirin dê Ali Hesen el-Majîd bît ku bi Ali Kîmîyawê tête nasîn jiber rola wî di mirina nêzîkî 5000 Kurdên bajarê Helebce li Kurdistana Iraqê bi gazê li sala 1988.

XS
SM
MD
LG