Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekê bilindê Wezareta Peywendîyan ya Iraqê li Bexda hate kuştin - 2004-12-16


Polîsê Iraqî dibêjit çekdarên nenas karbidestekê bilindê Wezareta Peywendîyan ya welatî kuşt.

Polîs dibêjit Qassim Mehawi li demekê hate kuştin ku otombêlek di berda borî û teqe lê kir li demê ku diço ser karê xwe li Bexda îro.

Karbidestên bilindên hikumeta Iraqê armancên xirapkarane ku wana tawanbar diken bi hebuna peywendîyan ligel hêzên birêveberîya Emerîka.

Li heman dem, bizavên yêkem helbijartinên nîştimanî li Iraqê, ku biryare li 30 meha yêk bihête kirin li roja çarşembî, dest pêkir.

Netewên yêkgirtî yên xwe amade dike bo vekirina ofîsekê li Besra û yêkjî li Erbîlê bo zêdekirina amadebûna wê li welatî jiberî ku dengdan destpêdiken.

XS
SM
MD
LG