Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarekê Wezareta Derve ya Emerîka dibêjit bê guman Iran piştevanîya wan desteyan diket ku divên dengdanên Iraqî têk biden - 2004-12-16


Welatên Yêkgirtî yên Emerîka Iranê tawanbar diket ku mayê xwe di encamên helbijartinên Iraqê da diket.

Peyvdarekê wezareta derve ya Emerîka Adam Ereli dibêjite pişka Farsî ya Dengê Emerîka bêguman Iran piştevanîya wan desteyan diket ku divên dengdanên Iraqî têkbiden.

Daxuyanîya wî li duî hujdarîyên serok Bushî dane Iranê û Suryayê hat sebaret maytêkirina wan di karubarên Iraqê da.

Serokî got bi kêr berjewendîya wan herdu welatan nahêt xwe têkelî Iraqê biken.

Herwesa li roja çarşembî, wezîrê berevanîya Iraqê yê berwext got ku Iran dewleta neyara serekî ya Iraqê ye.

Hazem al Shaalanî herwesa Iran û Surya tawanbar kir bi piştevanîkirina tîrorîstê daxaz kirî, Abu Musab al-Zarqawi, û piştevanên Sedam Husênî li Iraqê.

Peyvdarekê hikumeta Iranê Abdollah Ramezanzadeh tawanên ku wezîrê Iraqê li ser wan deynane red kir, û li demê ku bo temaşevanên Iraqî daxift got ew propegendaye.

XS
SM
MD
LG