Lînkên eksesibilîtî

Jeniralekê bilindê hêzên Emerîkî dibêjit çêdibît Abu Mis'eb el-Zerqawî li Bexda bît - 2004-12-16


Jeniralekê bilindê hêzên Emerîkî dibêjit bo heye ku tîrorîstê xastî Abu Mis'eb el-Zerqawî li Bexda bît piştî ku hêzên Emerîkî hêriş kirine ser bajêrê Feluce.

Di axiftinekê da bo peyamhinêran duhî çarşembî jeniral Lance Smith got karbidestên leşkerê Emerîkî di wê bawerê dane ku Zerqawî bi azadane li paytextê Iraqê kiryarên xwe didomînin û nyaz hene ku li dijî hêzên Emerîkî û Iraqî hêş hêrişan rêkbêxit.

Jeniral Smith pêveço û got xirapkar bi rêya çandina bombeyan pitir alozkarîyan dikin û kiryarên leşkirê Emerîkî têk diden û got ji ber vê yêkêye ku ya bi zehmet kete nobedarîyê li nav û dervey bajêr û bajêrokên Iraqî bêne kirin.

Heman dem, karbidestên leşkirê Emerîkî dibêjin Pentagon dê nêzîkî 4 milyar û sed milyon dolaran xeric ket bo damezrandina destgehên parastina hemî kamyonên Iraqî û otumbêlên corê Humvee yên leşkirî li Iraqê.

Hejî gotinêye li van domahîyan wezîrê berevanîya Donald Rumsfeld keftibuye ber rexneyên tund û dijwar ku pîte bi daxazîyên leşkirî nekirye bo damezrandina vî regê dezgehan.

XS
SM
MD
LG