Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Saudî bi ser bi sedan xelkê dagirt ku da xwenîşandana ken - 2004-12-16


Li Erebistana Saudî bi sedan polîsan bi ser kesên ku dabine xwenîşander li bajêrên Ryaz û el-Cede dagirtine ku bi nyazên piştevanîya xelkê dervey welatî xwe nîşandanên dijî hikumetê rêk bêxin.

Raport sebaret desteserkirinê hatine ragehandin, lê karbidestan çi têbînî li ser nedayne. Hejî gotinêye li Şahnişîna Erebî xwenîşandayên giştî berbend kirîne.

Peyamhinêrên rojavayî dibêjin sê dem jimêran berî dest pêkirina xwenîşandana îro pênçşembî, xwenîşander ne li bajêrê Ryaz û ne li Cede amade nebun.

Ev bi serda girtina polîsan bi ser kesên ku dixastin xwenîşandanê bikin piştî derketina kasêteka dengîye ku renge dengê Osame bin Ladin bît û ji malbata padşahîya Erebistanê dixazit ji ser kursîya desthelatê bête xar yan jî dê ruî bi ruî berxwedan û serhildanên giran û micid bit.

Li berahîya vê heftîyê serokê rêxistîya Erebistanê li dervey welatî ya bingeh li Lenden Saad al-Fagih ji hizaran xelkê Saudî xaste ku li dijî hikumeta padşahîya xwenîşandanê bikin.

XS
SM
MD
LG