Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê rojavayî û şofêrê wan yê Iraqî li bajarê Musil hatine kuştin - 2004-12-17


xirapkaran li Iraqê otombêlek li bajarê bakûr yê Musil kirine armanca xwe û çar kes têda hatine kuştin.

Şahid dibêjin ew hêriş li demekê ruî da li roja heynî li çar-rêyekê li pişka rojava ya bajarî.

3 ji qurbanîyan we pê diço ku rojavayî bûn, û yê çarê we dyar bû ku şofêrê wan yê Iraqî bû.

Hêşta nehatî ragehandin ka ew kese xelkê çi welatekê bûn.

Termê wan qurbanîyan li rex otomêla wan li ser cadê hatibu vedîtin. Yêk ji wan qurbanîyan we pêdiço hatibû serjêkirin. Li piştî wê hêrişê, agir berbibû wê otombêlê.

Leşkerê Emerîkî we bawer diket ku hindek xirapkar li destpêka sala borî çone Musil li berî ku kiryarên birêveberîya Emerîkî bo nehêlana xirapkaran li bajarê Feluce dest pêkirî.

Tundutjî li Musil ya zêde buye li van heftîyên borî û termên bi dehan Iraqîyên î’dam kirî li wî bajêrî hatîne vedîtin.

XS
SM
MD
LG