Biryare ku herdu berbijarêt serokatîyê li Okranya kom bin bo berêkanîyê li ser serokatîyê şeş roja berî dubare kirina dengdana yêk la kirinê. Ruî bi ruîbuna telefizyonê îro dê yêk ser bît ji Kêv navbera berbijarê rikeberîyê Viktor Yoşçinko û serok wezîr Vîktor Yanokoviç yê ser bi Mosko. Çaverê tête kirin ku miştumireka gerim navbera herdû berbijaran bêne kirin piştî dadgeha bilinda Okranî li meha borî biryar day ku dengdan dubare bîteve jiber hebuna findufêlan di dengdanêda. Herdû berbijar dê bersiva pirsyaran deneve û her yêk dê rêbaz û karname xwe dyar ket.