Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yêketîya Efrîqî dest bi vekolînê kirye li ser hêrişeka ku dijî helîkoptereka wê li roja yêkşembî hatye kirin - 2004-12-20


Yêketîya Efrîqî dest bi vekolînê kirye li ser hêrişeka ku dijî helîkoptereka wê roja yêkşembî hatye kirin û hinartibû Sudanê da zêrevanîyê li ser rawestandina şerî biket li devera Darfur.

Karbidestêt yêketîya Efrîqî dibêjin hindek çekdara teqe li firokê kir nêzîkî gundê Labadû ku vê dumahîyê hêzêt hikumeta Sudanê û serheldayêt Darfur şerê hev dikir.

Karbidest dibêjin helîkopter bi selametî nişya û kes biryndar nebu. peyvdarekê yêketîya Efrîqî dibêjit ev serhatîye we dyar diket ku zêdegavî di berdewamin her çende rêk keftinek li ser rawestandina şerî li meha çar nîsanê hatibu kirin.

Dysan her li roja yêkşembî, wezîrê derve yê Sudanê Mustefa Osman Ismayil soz da ku fermanê bidete hêzêt xwe da hêrişan li Darfur rawestînin û ji serheldayan xast da ewjî we biken.

XS
SM
MD
LG