Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li duî wergirtina raya giştî %56 Emerîkî nuke şik û gumanê li şerê Iraqê diken - 2004-12-21


Li duî wergirtineka raya giştî vê dumahîyê jimara Emerîkîyên ku bawer diken şerê Iraqê bernakevît zêde dibît. Li duî wergirtina raya giştî ku tora ABC û Washington Post yê rabuy û duhî belav buy we dyar dibît ku 56 ji sedê Emerîkî nuke şik û gumanê li şerî diken. Herwesa we dyar diket ku kêmtir ji nîveka Emerîkîyan we hizir diken ku Emerîka pêşveçonê diket bo vegerandina tenahîyê li Iraqê. Piranîya kesêt pisyar jê hatî kirin we bawer naken ku Iraq ya amade bît bo helbijartina û bawer naket ku dê hikumeteka xudan dest helat hête pêk înan. Dysan wergirtina raya giştî we dyar kir ku 35 ji sedê ji Emerîkîyan pesna karê wezîrê berevanîyê Donald Rumsfeld diden ku vê dumahîyê rexne lê hatîne girtin li ser pirsa Iraqê. Pitir ji nîveka wan kesêt pisyar jê kirî dibêjin tivya serok Bush wî biguhorît.

XS
SM
MD
LG