Pitir ji 13 milyon Iraqîya navê xwe nivêsîne da dengî li helbijrtinên civata nîştimanî li roja 30 heyva yêk biden. Lîsta navnivêsîn kirina dengdera ji layê komisyona ser bi xwe ya helbijartina Iraqê hatîye amade kirin. Iraqî heta roja 15 heyva 12 delîve hebu da navên xwe binvîsin.
Karbidestên helbijartinê dibêjin berbijarên pitir ji 240 partîyên syasî bizavê diken bo bi destve înana kursîyên civata nîştimanî ya pêk hatî ji 275 endama.
Ew civat dê karbidestên hikumetê dest nîşan biket û desturekê nuî nivêsît. Peyvdarê wezareta derveya Emerîkî Richard Boucher dibêjit ku Iraqî bizaveka zor diken bo amadekirina helbijartineka azad û rewa û aşkera û vekirî.
Rêzdar Boucher dibêjit: "bi hizran Iraqî nuke karî bo komosyona helbijartina diken. Wan gotîye ku ew xweşhalin zêrevanên helbijartina yên byanî bihêne Iraqê û wan daxaz ji çavdêrên helbijartinên nîştimanî û nîv netewey kirîne, wekî komkara erebî, konfiransa Islamî û rêkxistîya yêkgirtîya Efrîkî û rêxistîya Welatêt Emerîkî, Yêketîya Ewrupî û Rêxistîya parastina hevkarîya ewrupayî kirîne da biçine Iraqê bo helbijartina."
Ali Faraj, ku Iraqîyeê xelkê Bexdaye dibêjit bihîvîya xudê helbijartin di rast û bê fêlkarî bin. wî got ew hîvîdarin helbijartin bi navê hemî gelê Iraqê bihêne kirin bêy cyawazî li navbera pêkhatîyên civaka Iraqî.
Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.