Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirapkaran hêrişeka bi muşeka û hawina kirine ser bingehekê leşkerê Emerîkî li bajarê Musil li bakura Iraqê. - 2004-12-21


Desteyeka ku peywendî bi el-Qaîdeve heye hêrişa bi hawin û muşeka bo ser bingehekê leşkerê Emerîkî li Iraqê dikete stoyê xwe ku li nêzîkî bakura bajarê Musil qewimî u bu egera kuştina 22 kesa û biryndar buna bi layê kêmîve 50 kesên dî.

Li belavokekê li ser malpera intirnêtê ya desteya Ceyş Ansar al-Sunna, wê desteyê hêrişa îro bi stoyê xweve girêda. Ihtimale ku ew ragehandina wan nehête pişt rast kirin, lê ew girup gelek ya bi xirapkarîyê hatî nasîn. Li Washington, seraya sipî hêrişa îro tawanbar kir û sozda tîrorîsta li Iraqê li nav biben. Di belavokeka li ser malpereka Islamî leşkerê Ensar El Sine ku ser bi el-Qaîdeveye berpirsîya hêrişa îro bi stoyê xweve girt.

Leşkerê Emerîkî dibêjit li demê firavînê muşek û hawin bi hola nanxwarinê keftin. Nehatî ragehandin li demu dest ka hemî kuştî serbazên Emerîkî bun an ne. Bi kêmî, raportekê got nubedarên nîştimanî yên Iraqî û medenî di nav wan kuştîyan da hebun.

Xirapkaran hêrişên xwe li Musil zêde kirine li van dumahîyan, li piştî ku gelek ji wan ji asêgeha xwe li Feluce revîn.

XS
SM
MD
LG