Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû rojnamevanên Ferensî ku ji layê xirapkaranve li Iraqê li meha heşt hatibune revandin hatine azad kirin - 2004-12-21


Xirapkarên Iraqî dû rojnamevanên Ferensî azad kirin ku li meha 8 hatibune revandin.

Îro sêşembî li Parîs, serok wezîrê Ferensî Jean-Pierre Raffarin azad kirina wan rojnamevana bo perlemanî ragehand, demekê kurt piştî ku yêkem car telefizyona el-Cezîre azad kirina wan ragehandibu.

Ew rojnamevan Christian Chesnot û Georges Malbrunot li meha 8 hatibune revandin li demê ku li ser rêka Necef bun û ji Bexda berev başûr diçon hatibune revandin.

Desteyeka xirapkaran ku navê xwe kirine Leşkerê Islamî yê Iraqê li destpêkê huşdarî dabun ku dê herduka kujin anjî divêt Ferensa berbend kirina destmalên Islamî li xwêndingehên giştî ladet.

Lê li demekê zutir li vê heftîyê, wezîrê derve Michel Barnier got ew we bawer diket ku herdu rojnamevan hêj saxin û rewşa wan ya tenduristî başe.

XS
SM
MD
LG