Serok wezîrê Birytanî Tony Blair bi serdaneka ji nîşkêve ço Iraqê û ligel serok wezîrê Iraqê Iyad Allawi li Bexda kombu û seredana hêzên Birytanî li bajarê Besra li başûrî kir.
Li konfiranseka rojnamevanî ya hevpişik ligel rêzdar Allawi, rêzdar Blair hîvîya xwe dyar kir ku Iraqî pişikdarîyê di helbijartinên meha bêt da biken. Wî pesna karmendên bo helbijartinên karî diken da û got " ew qehremanin û jyana xwe têxine metirsîyêda" da Iraqeka dymukrasî bihête dirust kirin.
Li roja yêkşembî û li demê rojê, çekdaran li Bexda sê karmendên helbijartina ji otombêla wan kêşane derê û kuştin.
Eve yekêm seredana rêzdar Blair bû bo Bexda. Wî dû cara berî nuha seredana hêzêt birytanî li dewruberên Besra kiribu. We çaverê tête kirin ku rêzdar Blair serdana Israel û Kenara Rojava biket da kombunê ligel karbidestan biket.