Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

24 Kes li bingehekê leşkerê Emerîkî li Iraqê hatine kuştin û 60 jî biryndar bûn.  - 2004-12-21


Li hêrişeka ku bi muşeka li ser bingehekê leşkerê Emerîkî nêzîkî bajarê Musil li bakura Iraqê hatibû kirin, bikêmîve 24 kes hatine kuştin û 60 kesêt dî biryndar bun.

Jeniralê Emerîkî Carter Ham li Musil got serbazêt Emerîkî, qontiratçîyêt byanî, û serbazêt Iraqî di nav kuştî û biryndara bun.

Herçende hatiye ragehandin ku bi muşeka û topa hêriş li ser xaringeha wê bingeha leşkerî hatibu kirin, lê jeniralekê Emerîkî got hêşta yên vekolînê li ser jêderê wê hêrişê diken.

Li Washington, seraya sipî hêrişa îro tawanbar kir û sozda tîrorîsta li Iraqê li nav biben. Di belavokeka li ser malpereka Islamî leşkerê Ensar El Sine ku ser bi el-Qaîdeveye berpirsîya hêrişa îro bi stoyê xweve girt.

Vê dumahîyê xirapkaran hêrişêt xwe li Musil zêdekye piştî gelek li wan ji bingehê xwe yê berê li Feluce revîn.

XS
SM
MD
LG