Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêzdar Blair dibêjit konfiransa London bo hindêye da harîkarîya Felestînîyan bête kirin ku guhorînêt dymukrasî biken - 2004-12-22


Li konfiranseka rojnamevanî ya hevpişik digel serok wezîrê Israelê Sharon li Orşelîm Qudsê rêzdar Blair got konfiransa London bo hindêye ku harîkarîya Felestînîyan bête kirin ku guhorînêt dymukrasî biken.

Rêzdar Blair bibêjit "tiştê ez dişêm bikem, ku hîvîdarim bikem, ewe ku nexşe û pêşnyaz hebin da harîkarîya Felestînîya bihête kirin li pirosa aştîyê digel Israelê pişikdarîyê biken."

Serok Wezîrê Israelî Sharon got Israel piştevanîya konfiransê diket, lê şandekê nahinêrite konfiransê.

Rêzdar Blair û rêberên dî yên cîhanê gotibû piştî koçkirina rêzdar Yasser Arafat li meha borî nuke derfetek peyda buye bo vejandina danustandinên aştîyê.

Lê rêzdar Blair herwesa got çareserkirina kêşeya Israelê û Felestînê dê serkeftineka mezin bit li şerê cîhanê dijî tîrorîzmê.

XS
SM
MD
LG