Lînkên eksesibilîtî

Herdu rojnamevanên Ferensî ku li roja sêşembî ji alîyê xirapkarên Iraqîve hatine rizgar kirin yên vedgerêneve Parîs. - 2004-12-22


Serokê Ferensî Jacques Chirac dibêjit herdu rojnamevanên Ferensî ku li roja sêşembî ji alîyê xirapkarên Iraqîve hatine rizgar kirin yên vedgerêneve Parîs.

Ew ragehandine li demekê kurt hat piştî firokeka jet ya hêzên hewayî ya Ferensî, ku wezîrê derve Michel Barnier têdaye, ji Parîs ço da Christian Chesnot û Georges Malbrunot raket ku li Iraqê li meha 8 hatibune revandin.

Rêzdar Chirac bêhin-vedana xwe li Mexribê li pêş wexit bi domahî îna da pêşwazîyê li wan biket.

Heşta nedyare ew rojnamevan çewan hatibune berdan. Lê serok wezîrê Ferensî Jean-Pierre Raffarin rijdîyê diket li ser hindê ku Ferensa beramberî azad kirina wan çi pare nedane.

Ew rojnamevan li demê ku li ser rêkê bun û ji Bexda diçonê Necef hatine revandin. Desteyeka xirapkaran ku navê xwe kirine Leşkerê Îslamî yê Iraqê li destpêkê gefa kuştina wan dabû

XS
SM
MD
LG