Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteyeka şehrezayan çone bingehê leşkerê Emerîkî li Musil da lêvekolînê di peqînkarîya mezin ya roja sêşembî da biken - 2004-12-22


Leşkerê Emerîkî li Iraqê desteyeka şehrezayan hinartine bajarê Musil li bakurî da lêvekolînê di peqînkarîya mezin ya roja sêşembî da biken ku li bingehekê leşkerê Emerîkî qewimî û bû egera kuştina zêdetir ji 22 kesa û biryndar buna 69 kesên dî.

Raportên li destpêkê gotin ew hiriş yan bi muşeka û yanjî bi topa bo ser xaringeha wê bingehê hatibu kirin. Lê leşker dibêjit hêşta negehîştine çi encama li ser lêvekolînê. Desteya çekdar ku berpirsyarîya wê hêrişê bi stoyê xweve girte dibêjit ew hêriş bi rêka hêrişvanekê xwekuj hate encam dan.

Li nav kuştîyan 13 serbazên Emerîkî bûn û herwesa 5 medenîyên Emerîkî, û sê nubedarên nîştimanî yên Iraqî, û Emerîkîyekê ku nehatî nîyasîn.

Piranîya biryndaran serbazên Emerîkî bun. Û yên ku birynêt wan gelek di giran bun îro hatine veguhastin bo nexoşxanên leşkerê Emerîkî li Elmanya.

Li Musil, tankên Emerîkî û serbazan dewruberên wî bajêrî girtibun, û cade di çol bun.

XS
SM
MD
LG