Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Berevanîya Emerîka bi seredaneka ji nîşkêve ço hindek bingehên leşkerê Emerîkî li Iraqê. - 2004-12-24


Wezîrê Berevanîya Emerîka Donald Rumsfeld bi seredaneka ji nîşkêve ço çend bingehên leşkerê Emerîkî li Iraqê, ev seredane sê roja piştî hêrişa xirapkaran bo ser serbazên Emerîkî li Musil li bakurî têt.

Wezîrê berevanîyê Rumsfeld gote serbaza li bingêhê leşkerî li nêzîk Musile ku her çende nuke hindek asteng hene, serbazên Emerîkî dê karin xirapkaran li Iraqê jinav biben.

Ew seredane li demekê hat ku desthelatdaran lêvekolîn dikirin li ser hindê ka çewan hêrişvanekê gumanlêkirî yê xwekuj karî derbazî wê bingehê bibît ku bû egera kuştina 22 kesa, ku piranîya wana serbazên Emerîkîne.

Piştîhî hîngî rêzdar Rumsfeld seredana serbazên Emerîkî li nêzîkî Tikrît li başûra Musil kir. Wî herwesa seredana bingehekê li dervey Feluce kir, ku li wêrê hêzên Emerîkî hêrişek kirine ser xirapkaran li meha borî.

XS
SM
MD
LG