Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Derve yê Iraqê daxazê ji kompanyayêt Çînê kirye da bihên karên xwe li Iraqê biken - 2004-12-24


Wezîrê derve yê Iraqê Huşyar Zêbarî daxazê ji kompanyayêt Çînê kirye da bihên karên xwe li Iraqê biken.

Dezgeha ragehandina Hikumeta Çînê da xuyakirin ku birêz Zêbarî ev daxaze kirye li kombunê ligel xudanên kompanîyayên Çînê li Bêjîng.

Berêz Zêbarî ku roja pênçşembî gehîşte Çînê digel serok wezîrê Çînê Wen Jiabao û wezîrê derve Li Zhaoxing kom bû.

Ev seredana berêz Zêbarî piştî seredana wezîrê Petrolê yê Iraqî bû Bêjîngê.

Hejî gotinêye Çîn, ku dê ruî bi ruî kêmayetîyê dibînit li petrolê, divêt hevkarîya xwe ligel Iraaq û welatên dî berhem hênerên petrolê bihêz biket.

Wezareta derve ya Çînê ragehand ku ev sale bayê 400 milyon dolara bazrgany li nav bera Iraqê û Şînê hatye kirin.

XS
SM
MD
LG