Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêzdar Vîktor Yuşçînko serkeftin li helbijartinên serokayetîya Okranya hîna - 2004-12-27


Vîktor Yuşçînko bi piranîya denga li helbijartinên serokayetîya Okranya serkeftin hîna, lê nuha ew yê beramberî alozîya wî welatê dû pişik dibit.

14 salan piştî ku yêketîya Sovêt serxwebûn da Kiev, jik negirtin ya bihêztir dibît navbera rojava Okranya, ku peywendî yên nêzîk bi Ewrupave heye, û deverên karsazîyên rojhelat, ku peywendîyên nêzîk û kevin ligel Mosko heye.

Rêzdar Yuşçînko, ku aburîzane gote ku ew dê guhorînkarîyan li Okranya ket da welat nêzîktir bibît li rojava û dê karên nuî peyda ket u fesadê li hikumêtê da nahêlit, lê ew herwesa sozê didet ku peywendîyan ligel Rusya her tund bihêlit.

Rêveberê rikeber yê 50 Salî dibêjit di yêkem seredana wî ya derve weku serokê hikumetê dê berev Mosko çît.

Rêzdar Yuşçînko, şehrezayê aburî, rêveberîya banqa navendî ya welatê xwe kir li salêt 1990 ê. Wî sengî dana ser guhorînkarîyên aburî û bizav kir da karguzarên byanî biçine Okranya piştî ku li sala 1999 bibu serok wezîrê welatî. Lê wî piştî dû salan (li sala 2001) hikumet hêla da partîyeka rikeber damezrînit binavê Partîya Okranya me.

XS
SM
MD
LG