Lînkên eksesibilîtî

Bi layê kêmîve 13 kes li Bexda hatine kuştin û 50 yên dî biryndar bun li demê peqîna otombêleka bombekirî - 2004-12-27


Desthelatdarîya Iraqî dibêjit bi layê kêmîve 13 kes hatine kuştin li beqînkarîyeka xwekuj ya otombêleka bumbekirî li Bexda ku armancê wê serokê patîyeka siyasî ya şî’e yan bû.

Polîs dibêjit serokê Civata Bilinda Şorişa Îslamî Abdul Aziz al-Hakim ji wê peqînkarîyê rizgar bû bi bêy ku biryndar bibît.

Desthelatdar dibêjin pitir ji 50 kesa hatine biryndar kirin di wê hêrişa ku li demekê qelebalix hate encam dan, ku her wesa bû egera xirap buna bi dehan otombêlên ku li nêzîkî wêrê bûn.

Bi alîyekê dîve û her li roja dûşembî, desteyeka birêveber ya sunî, Partîya Islamî ya Iraqî, ragehand ku ew dê xwe ji helbijartinên nîştimanî yên roja 30 meha 6 vekêşit.

Serokê wê partîya siyasî Mohsen Abdel-Hamid rewşa tenahîyê xetabar kir, û wî got rewşa tundutîj ya li devera ku piranîya wan sunîne dê gefê kete ser pişikdarbuna sunîyan di helbijartinan da û dê wan ji dengdanê dur êxît.

Hikumeta Iraqî daxazên desteyên sunî bo paşxistina helbijartina bo 6 mehên dî red kirye.

XS
SM
MD
LG