Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarekê Wezareta Derve ya Emerîka dibêjit Washington dê gelek harîkarîya welatên Asya ket ku ber karesata roja yêkşembî keftine - 2004-12-27


Wezîrê Derve yê Emerîka Colin Powell dê konfiranseka rojnamevanî girêdet da bas li bizavên Emerîka biket bo harîkarîkirina qurbanyên karesata Asya.

Iro duşembî, karbidestên wezareta derve gotin ku Sirî Lanka, Malivis, Hindistan, û Endonîsya, her yêk jiwan dê li demudest bayê 100000 hizar dolaran kelupelên hewarçonê bo wana hêne terxan kirin.

Karbidestên Emerîkî bi telefonê danustandin li ser pêngavên dî biken. Peyvdarekê wezareta derve ( Noel Clay) dibêjit Washington dê gelek ya harîkar bît bo herîkarîkirina wan welatên ku pêwîstî bi harîkarîyê heye.

Karbidestên Ajansa Emerîkî ya pêşvebirina navnetewey yên berev wê deverê diçin da hakarîyî di wê karesatêda biken.

Wezareta Derve dibêjît bi layê kêmîve sê Emerîkî li karesata roja yêkşembî hatine kuştin, dû li Sirî Lanka û yêkjî li Taylend.

Ew dibêjit li heyva bêt divêt Emerîkî seredana Sirî Lanka, başûra rojava Taylend, û Maldivis neken.

XS
SM
MD
LG