Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi layê kêmîve 28 kes hatine kuştin li demê peqîneka bihêz li xanîyekê li Bexda - 2004-12-29


Hikumeta Iraqî dibêjit bi layê kêmîve 28 kes şevê dî hatine kuştin, ku 6 ji wan polîsê Iraqîne, li demê peqîneka bihêz li xanîyekê li Bexda .

Hikumet dibêjit xirapkaran kerestên peqînê li wî xanî çandin û polîs xapandin û kêşane wî xanî, paşê hêriş kirine ser wan.

Ew dibêjin kesekê nenyas telefon bo polîsa kir û gote wan ku xirapkarên byanî ew xanîye kirine bingehê xwe.

Wê peqînkarîyê herwesa hendek xanîyên dewruber herifand. Hikumetê tirsa hindê heye ku ehtîmale hindek xelk li jêr kavila mabin.

Li roja sêşembî, bi layê kêmîve 23 polîsê Iraqî û nobedarên nîştimanî li demê çend hêrişên xirapkaran li wê devera ku dibêjinê sêgoşa Sunîyan li bekura Bexda hatine kuştin.

Karbidestên bilind yên leşkerê Emerîkî li Iraqê dibêjit ew we bawer dikin ku hêriş û bizavên kuştinê li berî helbijartinên 30 meha yêk dê zêde dibin.

XS
SM
MD
LG