Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêjit dê harîkarîyêt Emerîka bo devera karesata Sunamî gelek pitir bin ji 35 milyon dolarêt ku soz daye didet - 2004-12-29


Serok Bush dibêjit eve karesatek bû ku mirov neşêt bi diristî hizra wê biket. Serok Bush dibêjit: " ya giringe ku cîhan bizanit hikumeta me hemî hizra xwe danaye ser hindê ku harîkarîya xelkê di renc û ezabê da biket, û li ser vê çendêjî berdewam bit."

Rêzdar Bush li yêkemîn têbînîya xwe bo rojnamevanan ser wê serhatîya bi xem behsê mirina bêqam û ji nav çona hey û neyîyê xelkê kir. îro li baxê xwe li Texas serok Bush gote rojnamevanan,Emerîka digel Hindistanê, Ûsturalya, û Japonê ya bizavê diket ku harîkarî bigehine destê xelkê pêtivî û got harîkarîyêt Emerîka dê gelek pitir bin ji 35 milyon dolarêt ku soz daye didet.

Serok Bush dibêjit: "hêdî hêdî û bidiristî dê dyarbît ku karesat çend mezine nemaze demê ku binaxê abûrî û civak têne ava kirin da harîkarîya wan deverêt cîhanê biken careka dî bênev ser xwe."

Serok Bush herwesa got di cihê xwedaye ku systemekê hişdarîdanê li seranserî cîhanê bête danan da berî helkêşan û dakêşana pêlêt Sunamî xelkê agehdar biken.

Hejîgotinêye systemeka wesa ya hişdarî danê li herêma karesata roja yêkşembî lê qewimî nebû.

XS
SM
MD
LG