Lînkên eksesibilîtî

Sergutar: Zêdegavîyêt Çînê li ser mafêt mirovan.  - 2004-12-30


Li Çînê şikandina mafên mirovan ya berdewame. di kombuneka guhdarîkirinê da ya kongirêsê li ser mafêt mirovan û rêbaza Çînê ku her malbatekê zarokekê bitinê hebît, Michael Kozak harîkarê kargêr yê wezîrê derve yê Emerîka bo dymukrasîyê û mafêt mirovan û karî got ew zêdegavî weku eşkencê û bed reftarê digel girtîyan û girtina bitinê ku mafê qanunî nadene wan.

Hikumeta Çînê hindek pêngavêt baş havêtine dijî parexarinê û nerêkîyêt rêvebirinê û fireh kirina harîkarîyêt civakê û hindek pirsêt dî lê rêzdar Kozak got mixabin ku em hêşta dibînîn ew kesêt bizavê diken qazancê ji guhorîn û çêkirineva wer bigirin berdewam têne girtin.

Ewêt ku têne girtin weku ew kesêt li ser babetêt siyasî di intirnêtê da diaxivin herwesa li ser pirsêt saxlemîyê û kargerêt ku nerazîbunê dyar diken û rojnamevan jibilî girtina kesêt ku bizavê diken rê û resmêt olê xwe biken weku misulmana û meshîyan û budîyêt tibitî û ew kesêt ku karubarêt xwe yêt olî diken bê matêkirina hikumetê.

Herwesa şikandina mafêt mirovan yêt jinan di berdewamin ku giriftarîyeka serekî li çînê. Rêzdar Kozak dibêjit rêbaza hikumeta Çînê ku her malê yêk zarok bitinê hebit dibîte eger ku bi zorî û xurtî zaroka jiber xwe biben, anjî bi rêkêt nujdarî û dermana nehêlin zarok bibin.

Rêzdar Kozak behsê pitir zêdegavîya kir û got "ev rêbaza rêk xistina malbata bi zorîye, û girtina xelkê nexasime perwerde kirina van girtîyan bi rêka kar pêkirina bi zorî û hinartina hevwelatîyan bi zorî bo nexoşxanêt saykolocî herwesa bikar înana lêdanê û eşkencê da girtî pênasînê bi guneha biket anjî bawerêt xwe biguhorit."

Herwesa got herweku serhatîya jinekê binavê Mao Hengfeng ku nîşanêt van zêdegavîyane di systemê Çînêda, ku jiber berevanîya wê ji mafê malbata ku ew bixwe biryarê biden ka çend zarok hebin, xanim Mao Hengfeng ji karê wê hate derxistin û hinart nexuşxaneka nexuşêt rewanî û gelek derman danê demê ya dûcan bû û neçar kir zarok ji ber biçît niha li kempeka zorekarîyêye.

Emerîka dibêjit harîkarê kargîrê wezîrê derve Kozak yê micide ku piştevanîya van kesa biket li Çînê weku Xanim Mao Hengfeng ku xebatê bo mafêt xwe diken. Û got Emerêka dê berdewam hevkarîyê digel Çînê ket heta ku rêbazêt wê bidiridtî rêzû rumetê li mafêt binaxeyêt mirovan digirin.

Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG