Lînkên eksesibilîtî

49 Xirapkar li Iraqê hatine desteser kirin - 2004-12-31


Hêzêt Emerîkî û hêzêt tenahîya Iraqî 49 xerapkarên desteser kirîne li berê sipêdê li hêrişekê da li Bexda.

Leşkerê Emerîkî dibêjit ew kiryara roja heynî li bajêrokê Duluiyah qewimî, li devera ku dibêjinê sêgoşa sunîyan, ku asêgeha xirapkarane li Iraqê.

li dumahîya roja pênçşembî, xirapkaran bi muşekan hêriş kirine ser dezgeha serekî ya paraftina neftê li Bexda.

Bi çend demjimêreka berî hingî, 3 desteyên tund rê hujdarî dan ku wan liberê hêrişê bikene ser her kesekê ku pişikdarîyê di helbijartinên nîştimanîda biket, ku we biryare li dumahîya meha yêk bêne encam dan.

Jeyşê Ansar el Sune û hindek desteyên dî di belavokekê da gotine ew dijayetîya helbijartina diken, çinku bi dîtina wan, Islam dîmukrasîyete.

XS
SM
MD
LG