Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara mirîyên karesata tsunamî li başûra Asya gelek zêde buye - 2004-12-31


Karmendên hewarçonê yê bizavê diken da nehêlin nexoşî bilave bibin li nav kesên ku ji karesta tsunamî ya roja yêkşembî li başûra Asya rizgar bune li demê ku hejmara mirîyên karesatê dibîte 125000.

Indonîsya ragehandîye ku bi layê kêmîve 80000 kes mirîne li wî welatî. Lê wezîrê saxlemîya Indonîsya (Siti Fadilah Supari) hujdarî daye ku li roja heynî hejmara mirîyan li welatî ehtîme gelek zêdetir bibit û bibîte pitir ji 100000 kesa li demê ku pitir terim dihine vedîtin li deverên duîr yên welatî.

Sri Lanka's tsunami death toll has climbed past 28,000. India is reporting at least 7,700 dead from the disaster. Hejmara mirîyên karesata tsunamî li Srî Lanka pitire ji 28000 kesa. LI Hindistanê pitir ji 7700 kesa mirine.

Taylend, Malysya, Burma, Bangladiş , Maldivis, Somalya, Tanzania, Kenya, û Seychelles hemîya gelek qurbanî hene.

Berpirsekê hewarçonê ya Netewên Yêkgirtî Jan Egeland dibêjit nexoşîyên weku Kolêre û Tîfoîd dê hejmara mirîyan dû hind lêken.

Rêxistîya saxlemîya cîhanî ragehandîye ku nexoşîyên wek zik çonê li nav zarokan li wê deverê gelek zêde bune.

XS
SM
MD
LG