Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yêk ji sê nêzîktirîn alîkarên Sedam Husênî dibêjin ku zanaya Iraqî ku ji alîyê Emerîkave hatîye girtin ji egera şêrpencê dimirît - 2004-12-31


Parêzerekê yêk ji sê nêzîktirîn alîkarên Sedam Husênî dibêjin ku zanaya Iraqî ku ji alîyê Emerîkave hatîye girtin ji egera şêrpencê (seretanê) dimirît û divêt bi zuîtirîn dem bihête berdan.

Badee Izzat Aref ku parêzerê cêgirê serok wezîrê berê Tarq Aziz gotîye Huda Ammash li rewşeka xirapa saxlemîye. Wî daxaz ji ajansên mirovanîyê kir da navberîyê biken bo azad kirina wê.

Lê nedyare ka çewan berêz Aziz rewşa saxlemîya xanim Ammash zanîye û ka li rastîyê da wê şêrpence heye an ne. Xanim Ammash ku her wesa bi xanim (Anthrax) tête nasîn ewe heyva 5 sala 2003 li girtîxana Emerîkîye û ew bitinê ji bu nav bera 55 endamên xastî yên rejêma Sedam Husênî.

Karbidest hîvîdarin ku ew zanyarîya bidete wan li ser çekên wêranker ên giştîyên Iraqê ku egereka serekî bu bo çerê serokatîya Emerîkî li dijî Iraqê li heyva 4 sala 2003.

XS
SM
MD
LG