Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezintirîn karubarêt hewarçonê û harîkarîya li cîhanê nuha li başûra asya têne kirin - 2005-01-03


Mezintirîn karubarêt hewarçonê û harîkarîya li cîhanê nuha li başûra asya têne kirin heşt roja piştî pêlêt tsunamî li deverê day jiber bîbelerzekeka dibin behrê da ku pêlêt tsunamî bi ser jimareka welatêt oqyanusa Hindî da çubin.

Endonîsya ku pitir hemîyan zyan gehîştinê jimara giştîya mirîyan gehîşte 94 hezar kesan û jimara giştî li hemî welatêt dî nêzîkî 145 hezar kesane.

Bi alîyekê dîve helkopterên hêzên deryay yên Emerîkî harîkarîya berdiden hindek deverên parêzgeha Eçê li Edonîsya û li erdîjî karbidest harîkarîya û leşkirê Ûsturalî systemê ava pakij danayne.

Karbidestêt saxlemîyê di xemê dane ku jiber kêmatîya ava pakij li welatêt ku pêlêt tsunamî lêdabin bibine eger bo belav buna nexuşîya û li welatêt dî jî karubarêt harîkarîya bi awayekê berfireh têne kirin weku Sirî Lanka, Hindistan, Maldivis, û heta Somalê.

Netewên Yêkgirtî dibêjin yêk milyon û 800 hizar kesan pêtivî bi harîkarîyêt xarinê heye û bi milyonan kesêt dî pêtivî bi harîkarîyêt dî piştî pêlêt tsunamî heye.

XS
SM
MD
LG