Lînkên eksesibilîtî

Bi sedan akincîyên Israelî li Xezze xwenîşandan kirin li dijî rakirina akincîhehên wan - 2005-01-03


Çend xwenîşanderêt Israelî ber û kevir havêtine hêzêt Israelê îro li Kenara Rojava nêzîkî akincîgehekê ku hêzêt Israelî çonê da wê akincîgehê rabiken.

Karbidestêt Israelî dibêjin 15 kes li akincîgeha Yitzhar hatîne girtin.

Ev lêkdane qewimîn çend se'eteka piştî rêberên akincîgeha huşdarî dane ku renge bi hezaran serbazêt Israelî guh nedene fermanêt hikumetê bo vala kirina devera Xezze ji akincîgeha di vê salê da.

Roja yêkşembî rêberên akincîgeha gote leşkirê Israelê da xwe amade biken ku renge leşker fermanêt serok wezîr Areil Sharon cê bi cê neket ku hemî 8000 akincîya li Xezze veguhêzin.

Bi alîyekê dîve, bi sedan akincîya îro xwenîşandanek kir dijî nexşa vekêşana akincîyan li Xezze li pêş perlemanê Israelê.

Li duî wergirtina raya giştî piranîya Israelîya digel hindêne ku ji Xezze bêne vekêşan, lê gelek ji 230 hizar akincîyêt Israelê li Xezze nerazîbuna xwe dyar diken li ser vê nexşê.

XS
SM
MD
LG