Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Bexda hate kuştin - 2005-01-04


Desteyeka bi rêveberîya hevalbendê el-qaîde, Abu Musab al-Zarqawi, kuştina fermandarê parêzgeha Bexda bi stoyê xweve girt.

Ew ragehandina wan ku li demudest nahête pişt rast kirin, li ser malpereka intirnêtê bû ku ji layê desteyên xirapkaranve zuî bi zuî tête bikar înan. Wê girupê rêzdar Ali al-Haidari bi zelamê Emrîka da pênasîn.

Çekdarekê rêzdar al-Haidari û nubedarekê wî yê taybet kuşt li demê ku otumbêla wan li taxê Hurriyah ra li Bexda diço.

Wezîrê Derve yê Emerîka Colin, ku li Taylende, kuştina wî mehkum kir, û got kiryarên wesa helbijartinên nîştimanî li Iraqê têk naden.

Li hirişeka dî da, hêrişvanekê xwekuj bi kamyoneka bombekirî li dev xaleka polîsa peqand li nêzîkî devera kesik li Bexda ya ku nobedarîyeka tund lê dihête kirin kû bi layê kêmîve 10 kes kuştin û 60 kesên dî biryndar kirin.

Serbazekê Emerîkîjî hate kuştin û yêkê dî biryndar bû li demê peqîna bombeka li ser rêkê li bakûra Bexda.

XS
SM
MD
LG