Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Emerîka got yê bixeme jiber kuştina fermandarê Bexda - 2005-01-04


Wezîrê Derve yê Emerîka Colin Powell got yê bixeme ku peyama kuştina fermandarê Bexda Ali al-Haydari gulê buy.

Li Fukêt li Taylend, rêzdar Powell got ev kuştinkarîye nîşê didet ku tîrorîst mirov kuj û alîyêt ser bi rejêma berê ya Iraqê nevên gelê Iraqê rêberê xwe helbijêrin.

Fermandarê Bexda di wextekê da hate kuştin ku hikumeta Iraqê bizavê diket li 30 mehê yêk helbijartin bihêne kirin.

Li heman dem, rojnama New York Times radgehînit ku roja dûşembî serok Bush û serok wezîrê berwextê Iraqê Iyad Allawi bi telefonê digel yêk axiftin û behsê gelek girê û astenga kir ku hêşta di rêka Iraqê dane berî helbijartina.

Li duîv vê raportê karbidestêt bilindêt Emerîkî ragehand ku rêzdar Allawi negot ku jiber berdewambuna alozkarîyan renge helbijartin bêne paş êxistin.

XS
SM
MD
LG