Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Colin Powell dibêjit Emerîka pişta xwe nadete qurbanîyêt karesata tsunami  - 2005-01-04


Wezîrê Derve yê Emerîka Colin Powell dibêjit Emerîka pişta xwe nadete qurbanîyêt karesata tsunami ya heftîya borî ku gelek zyan gehande devera başûra Asya.

Rêzdar Powell got Emerîka sozdaye piştevanîya danana systemeka huşdarî danê biket da karesateka wesa dubare nebîteve.

Îro rêzdar Powell gote rojnamevana li Tayend karesata tsunami xemeka mezine bo hemî cîhanê û got Emerîka hev xemîya xwe bo qurbanîyêt tsunami dyar diket.

Hikumeta Emerîka sozdaye 350 milyon dolara weku harîkarî bidete deverêt di ber wê karesatê keftîn. Karbidestêt harîkarîya radgehînin, welatîyên Emerîkî her ji nukeve bi dehan milyon dolar bêş û barebî kirîne.

XS
SM
MD
LG