Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşnyara Tirkîyê ji bo navberîya aştîyê li Rojhelata Navîn - 2005-01-04


Wezîrê derva ê Tirkîye Abdullah Gul, dibêje ku ew gesbîne bi asîtîya di navbera Surî u Israîlê u dibê ku Tirkîye kare alîkarîyê bide keda aşîtîya di navbera Israîl u Felestîn.

Brêz Gul iro ( Sêşemê) li Orşelîm-Qudsê peyivî . Gul, bi serdaneke nermkirina pirsgirêkên par ku hatibun grêdan çubu Orşelîm-Qudsê.Par dema ku serokwezîrê Tirkîye, Israîlê gunehkar kiribu ku Israil terorizma dewletê li dijî Felestînîya bikar tîne ev pirsgirêk di navbera Tirkîyê u Israîlde destpêkiribu.

Wezîrê derve ê Tirkîye, îro bi serokê Israîlê Moshe Katsav re hate cem hev u du. Moshe Katsav peyra gote ku Tirkiyê lazime bi hukumeta xwe Falastînîya îqna bike ji bo êrîşên terorîsti ku bi ser sazîyen Israîli ve pêk tîne biseknîne.

Brêz Gul ji rojnama Israîlî Haaretz re got, ew hêvîdare bersiveke pozîtîf ji bo pêşnîyarên Tirkîye ji Israîlîyan wergire gava îro êvarê digel serokwezîrê Israil, Ariel Sharon kom dibe.

XS
SM
MD
LG