Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emerîka amadekarîyan diket bo hinartina desteyeka fermî ya çavdêran bo helbijartinên Felestînîyan - 2005-01-05


Leşkerê Israelî got milîtanên Felestînî dû muşekên destkird havêtine bingehekê leşkerî nêzîkî Xezze û 12 kes biryndar kirin ku piranîya wan serbazin.

Leşkerî got berî hingî dû muşekên dî bi bajarê (Sî Dîrot) yê başûra Israelê keftin, belê çi zyan negehandin milîtanên Felestînî li bakura Xezze.

Hêrişên bi muşekan li van heftîyan zêdekirine û rê jibo leşkerê Israelê xweş dikin hêrişên nuî biken ser herêmê bo geryanê li duî milîtana.

Her li vî demî, Emerîka amadekarîyan diket bo hinartina desteyeka fermî ya çavdêran bo helbijartinên roja yêkşembî yên Felestînîyan.

Wezareta derve ya Emerîka dibêje helbijartinên serkeftî dê pêtivî bi hevkarîyê hebe di nav bera Israelî û Felestînîyan.

XS
SM
MD
LG