Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Têbînîyên rêzdar Bush sebaret bi helbijartinên nîştimanî li Iraqê.  - 2005-01-05


Serok George W. Bush dibêjit ew hîvîdare Iraqî pişikdarîyê di helbijartinên nîştimanî yên 30 meha yêk da biken bê ku guh bidene cudaîyên ûlî û siyasî. Serok George W. Bush dibêjit: "behra pitirê ya xelkê li Iraqê sinî yan şî'e dixazin dengî biden. vêca erkê li pêş ewe çend pê çêbit tenahîyê peyda bikin da xelkê han bidin ku dengî bidin."

Li kasêta dengî ya van dumahîyan, rêberê tîrorîst yê el-qaîde Osame bin Ladin got ew Iraqîyên divên dengî bidin 'kafirin'.

Rêzdar Bush bersiva daxaza Bin Ladinî da. Serok Bush dibêjit: " Osame bin Ladin belavokek ragehand û wekî hun dizanin wî bo min ruhin kir ku bi dîtina wî cîhan ewe ku xelik pişikdarîyê di dymukrasiyetê da nekin. bi dîtina wî cîhan ewe ku xelik kesêt bê tawan dikujin da egerê bikene ser şeweya jyana wan. bi dîtina wî cîhan ewe ku azadîya dyar kirina hizir û bîra û azadîya ûlî û yanjî azadîya wijdanî têda nîne. û ew dîtine bi beruvajî dîtina piranîya Iraqîyan û rêberên wekî serok wezîr Iyad Allawi û serok Ghazi Alyawarî ne ku bi dîtina wan cîhan ewe azadîya dyar kirina hizir û bîra û azadîya deng danê heye."

Rêzdar Bush got daxaza Osame bin Ladin ku Iraqî dengî neden giringîya helbijartinên meha yêk xuyadikit.

Ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG