Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

9 Serbazên Emerîkî li Iraqê hatine kuştin  - 2005-01-07


Xirapkaran li Iraqê 9 serbazên Emerîkî kuştin li demê ku helbijartinên nîştimanî li Iraqê yên nêzîk dibin.

Li roja pênçşembî li Bexda û li demê nubedarîya wan ya rojane, 7 Serbazên Emerîkî li ku zirîpuşa wan bi kerestên peqînê yên dirust kirî keftî hatine kuştin.

Li parêzgeha al-Anbar, li rojava Bexda, 2 merînzên Emerîkî hatine kuştin li demê ku kiryarên parastinê encam didan.

Ew hêrişe li heman dem hate encam dan ku serok wezîrê berwext yê Iraqî Iyad Allawi demê qanunên tengavîyan bo midehê heyeveka dî dirêj kir da tundutîjîyan li welatî kontrol biket ji berî helbijartinên çaverê kirî.

Bi alîyekê dîve, rojnama the New York Times dibêjit ku Pentagon nexşe danaye ku jeneralekê xane nişîn bihinêrîte Iraqê da pêdaçonê bi siyaseta leşkerê Emerîkî biket li wêrê.

Wê raportê ji zarê karbidestên bilind yên Wezareta Berevanîyê got ku Jeneral Gary E. Luck dê pêdaçonê bi rewşa hêzên Emerîkî ket û ka çewan baştir serbaz û polîsên Iraqî bihêne hî û fêr kirin.

XS
SM
MD
LG