Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Emerîka dibêjit Emerîka dê hêş harîkarîyê dete Sri Lanka - 2005-01-07


Wezîrê Derve yê Emerîka Colin Powell dibêjit 10 milyon dolarêt dî ji budceya tengavîyan dê danene ser nêzîkî 14 milyon dolarêt ku Welatêt Yêkgirtî yêt Emerîka sozdaye wek harîkarî bidete Sri Lanka.

Herwesa got ihtîmale Sri Lanka pişkeka mezin wergirit ji wan 350 milyon dolarêt ky Waşinton sozdaye wek harîkarî bidete bizavêt hewarçona karesata tsunamî.

Rêzdar Powell dibêjit: " Ez dê we çaverê kem ku li rojêt bihên harîkarî zêdetir bit çend em bizanîn çîne tiştêt pêtivî bo xelkê Srî Lanka."

Nêzîkî 200 merînzêt Emerîkî li Srî Lankane da harîkarîya bizavêt avadankirinvê biken û ihtîmale hejmara wana zêde bit û bibîte 1500 serbaz.

Rêzdar Powell li deverêt nêzîkî bajarê Galle li başûrî gerya ku piranîya wan 30000 qurbanîyêt Srî Lanka ji wê deverêne.

Wî ew seredana yêk rojî piştî konfiranseka navnetewey bo bêş û barebî li Enunîsya kir ku ew welatjî yêk ji wan 12 welateye ku ber karesatê keftîn.

XS
SM
MD
LG