Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirapkarekê bilindê ser bi Ebu Musab El-Zerqawî li Iraqê hatiye girtin - 2005-01-08


Leşkerê Emirîkî dibêjît hêzêt bi serokatiya Emirîkî li Iraqê çekdarekê bilindê ser bi Ebu Musab El-Zerqawî girtiye. Li belavnameka leşkerî hatîye ku Ebdul Ezîz Sedun Ehmed Hemdunî ku bi Ebu Ehmed dihete niyasîn li roja 22 heyva 12 hatiye girtin. Leşker dibêjît Ebu Ehmed cêgirê Ebu Telhe ye, komandarê giropa tiroristiya Zerqawiye li bajêrê Mosil. Li heftiya burî hikumeta Iraqî ragehand ku 2 rêberên ser bi Abu Telhe li heyva 12 hatîne girtin.

XS
SM
MD
LG