Lînkên eksesibilîtî

Mahoud Abbasî serkeftin di helbijartinên Felestînîyan da îna - 2005-01-10


Berpirsên helbijartinên Felestînî bi rengekê resmî dibêjin Mahmoud Abbas helibijartinên serokayetîyê bireve.

Deng hezmartinên dumahîyê îro ragehand ku rêzdar Abbasî 62.3 ji sedê ya denga bireve, ku serkeftineka bihêze di helbijartina ku 7 kandîda bo serokayetîyê berêkanê dikirin.

Kandîdê serekî yê hevrik, Mustafa Barghouti, 21 ji sedê ji denga bireve.

Ra wergirtina roja yêkşembî we nîşê da ku rêzdar Abbas, ku serokê Rêkxistîya Azadkirna Felestînîye, dê serkeftinê bidestve înît. Piranîya xelkê deng dane wî.

Serok Bush dibêjit eve rojeka mêjuyîye bo Felestînîyan.

Karbidestên Israelî dibêjin ew we çaverê diken ku serok wezîr Ariel Sharon ligel rêzdar Abbas kom bibe li dumahîya vê heftîyê.

Rêzdar Abbas dibêjit Felestînî divêt nuha bizavê biken da welatekê serbixwe damezrînin, tenhîyê peyda biken, û azadîyê jibo Felestînîyên deset ser kirî ji alîyê Israelîyanve bihêne azad kirin.

XS
SM
MD
LG